Peyama Serok Barzanî: Ala ya Kurdistanê hêmaya yekgirtin, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.

Serok Mesûd Barzanî ragihand, alaya Kurdistanê sembola yekgitîbûn, azadîxwazî û aştîxwazîya gelê Kurdistanê ye.

Navenda Nûçeyan- Îro 17 Kanûnê, roja alaya Kurdistanê ye. Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Naveroka peyama Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê bexşinde û dilovan,

Ez bi helkefta roja alaya Kurdistanê germtirîn pîrozbahîyan pêşkêşî malbatên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û hemû welatîyên xoştivî yên Kurdistanê dikim. Alaya Kurdistanê sembola yekgirtîbûn, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwazîya gelê Kurdistanê ye.

Di vê roja pîroz de em têkestî li ser peyama aştî û pêkvejîyana gelê Kurdistanê dikim. Hezaran silav li gîyanê pakê wan şehîdên ku di rêka alaya pîroz ya Kurdistanê de canê xwe dane.

Bijî Kurd û Kurdistanê

Mesûd Barzanî

17-12-2019

 

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye