Peyama hevxemîyê a Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ derheq erdheja Bakurê Kurdistanê

Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) di derheqê erdhêja Xarpêta Bakurê Kurdistanê peyamek weşand.

Navenda Nûçeyan- Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) di derheqê erdhêja Xarpêta Bakurê Kurdistanê peyamek weşand.

Peyam wiha ye:

Mixabin di encama erdheja Bakurê Kurdistanê de ku roja Înê 4`ê Rêbendanê çê bû, sedan kesan jîyana xwe ji dest dan û sedan kes jî birîndar bûn. Herwisa vê erdhejê, malwêranî û xisareke mezin a malî jî bo xelkê vê deverê li pey xwe ve anî.

Heya niha jî çarenivîsa gelek kesên ku di bin xanîyên kavilbûyî de mane nayê zanîn. Bi vî awayî ev metirsî heye ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bibe.

Êş û azara vê bûyera dilêş bi taybet di demsala sir û seqemê de, bo kesûkarên qurbanîyan û birîndarên vê bûyerê gelek zêde dibe.

Bi helkefta karesata erdheja Bakurê Kurdistanê, em sersaxîyê didin xwîşk û birayên xwe li Bakur û bi taybet kesên ku piştî erdhejê rizgar bûne. Em xwe hevparê xema xizm û kesên berketîyên erdhejê dizanin û hêvî dikin tendirustîya birîndarên vê bûyerê vegere.

Lêpirsyarê Giştî ê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî

 

 

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da