“Pêwîste hemû alîyek di bin sîvana serokatîya herêmê de kom bibe”

Şemal Ebdulwefa got: ‘’Di beşeke din ên civîna me de behsa şandina neft û mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê hate kirin, em hêvîdarin alîyên sîyasî li gel yek vê qonaxa hestyar derbas bikin û pirsgirêkan çareser bikin.’’

Navenda Nûçeyan- Îro 26.11.2019ê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di yekem serdana xwe ya wek serokê herêma Kurdistanê li Silêmanîyê, li gel rêveberîya Tevgera Gorran civîya û endamekî xaneya raperandina Tevgea Gorran jî dibêje, civîna me li gel serokê herêmê baş bû û çend pirsek hatin guftûgo kirin.

Endamê Xaneya Raperandina Tevgera Gorran Şemal Ebdulwefa di civîneke çapemenîyê de ragehand: ‘’Civîna şandeya serokatîya herêma Kurdistanê li gel rêveberîya Tevgera Gorran civînek baş bû û behsa asayî kirina peyvendîyên navbera partî û alîyên sîyasî û aştîya nav mala kurd hate kirin.

Herwaha got: ‘’Tevgera Gorran helwêstê wê aşkera bû, berê me li gel serokatîya herêmê çend rûniştin pêkanîn. Li gor me ya baş hemû partî di bin sîvana serokatîya herêmê de kom bibin û em hemû li ser asta bûyeran de yek helwêst bin.’’

Şemal Ebdulwefa got: ‘’Di beşeke din ên civîna me de behsa şandina neft û mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê hate kirin, em hêvîdarin alîyên sîyasî li gel yek vê qonaxa hestyar derbas bikin û pirsgirêkan çareser bikin.’’

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist