Petrol daket bin 77 dolaran

.

Piştî lihevkirina Îran û amerîkayê erzanbûna petrolê didome.

Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 37 sentan daket.

Niha bermîleke petrolê bi 76 dolar û 71 sentî tê firotin.

Petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 36 sentan daket û gihîşt nêzîkî 72 dolar û 85 sentan.

Bandora peymana Amerîka û Îranê

Bihayên petrolê li nêzîkî asta herî nizm a çar mehên dawî ne.

Sedema vê yekê ew e ku peymana navbera Îran û Amerîkayê bûye sedema vebûna Tengava Hurmizê û derbasbûna hejmareke zêde ya keştiyên petrolê yên barkirî.

Piştî ku Îran û Amerîkayê li hev kir ku di dema 60 rojî de pirsgirêkên xwe çareser bikin û dawî li şer bînin, erzanbûna petrolê dest pê kir.

Aborînasê Navenda Lêkolînan a Mitsubishiyê Tomomichi Akuta li ser vê mijarê got:

"Bihayê petrola xav ji ber geşbîniya kêmkirina aloziyên navbera Amerîka û Îranê û destpêkirina ducare ya veguhastina petrola di Tengava Hurmizê re daketiye."

Dan û standinên ji bo paşerojê

Pispor dinirxînin ku dibe ev gavên navborî, hamleyeke taktîkî ya Îranê bin ku dixwaze di dema pêvajoya dan û standinên nukleerê de zexta navneteweyî ya li ser xwe kêm bike.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi rêya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî re peyivîbû û li ser aloziyan hişyarî dabû.

Uman û Îranê li ser berdewamiya dan û standinên derbarê birêvebirina Tengava Hurmizê de li hev kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku her hewla Îranê ya ji bo sepandina baca derbasbûnê, binpêkirina yasayên navneteweyî ye.

Amarên çavdêriya keştiyan nîşan didin ku sê keştiyên mezin ên petrolê yên ku berê asê mabûn, roja sêşemê di Tengava Hurmizê re derbas bûne.

Kurdîstan Haberleri

PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin