Pêşnûmeqanûna Înfazê li Parlamentoyê hatîye qebûlkirin

Pêşnûmeqanûna înfazê bi 279 dengên “erê” li Parlamentoya Tirkîyeyê hatîye qebûlkirin. Tenê 51 dengên “na” hatine bikaranîn. Komên AKP û MHPyê bi hev re pêşnûme amade kiribûn.

Navenda Nûçeyan - Pêşnûmeqanûna Derbarê Guhertinên Di Hin Qanûnan De û Qanûnên Derbarê Înfaza Tedbîrên Ewlehîyê û Cezayan De li Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkîyeyê hatîye qebûlkirin.

Piştî nîqaşên li Civata Giştî pêvajoya dengdanê pêk hatîye. 330 parlamenter beşdarî dengdanê bûne. 51 parlamenteran gotîye “na”, 279 parlamenteran jî gotîye “erê” û di encamê de pêşnûmeqanûn hatîye qebûlkirin.

Qanûn piştî erêkirina Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê wê di Rojnameya Fermî de were weşandin. Paşê jî wê têkeve merîyetê de.

Li gorî vê rewşê nêzîkî 90 hezar girtî wê bikaribin ji girtîgehan derkevin. Digel hemû hewldanên partîyên mixaletê sîyasetmedar û rojnamegerên girtî û kesên ji ber aşkerekirina fikr û ramanên xwe hatine girtin tevlî van guhertinan nekirin.

Bi vê pêşnûmeqanûnê re di 11 qanûnên cida de 70 xal hatin guhertin.

Bianet

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist