Pêşmergeyekî din ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû

.

Şeva 27ê Mijdarê çekdarên DAIŞê li sînorê gundê Kulaco êrîşî ser hêzên Pêşmerge kiribû û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûbûn.

Pêşmergeyekî din ê gundê Kulaco di êrîşa çekdarên DAIŞê de birîndar bûbû, ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû.

Efserê ji Lîwaya 5 a Pêşmerge Muqedem Merîwan Azad ji K24ê re ragihand, Pêşmergeyê bi navê Omer tewfîq ê şeva 27ê Mijdarê di êrîşa çekdarên DAIŞê li Kulaco de birîndar bûye, ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû.

Şeva 27ê Mijdarê çekdarên DAIŞê li sînorê gundê Kulaco êrîşî ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiribû û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûbûn û 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûbûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin