Perlemana Kurdistanê bo rakirina 4 perlemanteran dicive

Ji bo rakirina parêzbendîya 4 perlemantaran, Perlemana Kurdistanê îro kom dibe.

Navenda Nûçeyan - Biryar e îro demjimêr 13:00 Perlemana Kurdistanê bom bibe û pirsa yekem ya rûniştinê jî, taybet e bi rakirina parêzbendîya 4 perlemantaran e.

Li gor nivîseke Perlemana Kurdistanê, ku îmzeyên cîgirên Seroka Perlemanê Hêmin Hewramî û Mone Qehwecî li ser e, di rûniştina îro de dengdan li ser rakirina parêzbendîya 4 perlemanteran dibe:

Omêd Ebdulrehman Hesen: Li ser daxwaza Serokatîya Dadgeha (Temîza navçeya Kerkûk / Germîyan/ Dadgeha Lêkonînê ya Kelar)

Elî Heme Salih, Li ser daxwaza Serokatîya Dadgeha (Temîza navçeya Silêmanîyê /Dadgeha Lêkonînê ya Silêmanîyê) û nivîsa Serkatîya Dadgeha Lêkolînê ya Hewlêrê.

Şîrîn Emîn Ebdulezîz, li ser daxwaza Serokatîya Dadgeha (Temîza navçeya Silêmanîyê / Dadgeha Lêkonînê ya Silêmanîyê)

Soran Omer Seîd, li ser daxwaza Serokatîya Dadgeha (Temîza navçeya Silêmanîyê / Dadgeha Lêkonînê ya Silêmanîyê) û nivîsa Encûmena Dadwerîyê ya Rêveberîya Pêwendîyan û Karûbarê Yasayî û nivîsa Serokatîya Dadgeha Temîza navçeya Hewlêrê / Dadgeha Lêkonînê ya Hewlêrê.

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî