Perlemana Îraqê vekolînê ji kûştina xwenîşanderan dike

Îro perlemana Îraqê bo vekolînê ji bûyerîn kuştina xwenîşanderan civîneke ne asayî encam dide.

Navenda Nûçeyan- Biryare evro, perlemana Îraqê civîneke ne asayî encam dide, ku taybete bi vekolînê ji kuştina xwenîşanderan û burdûmankirina mala Muqteda Sedir. Ew civîn li ser daxwaza Hesen Keibî, cêgirê serokê perlemanê û hejmareke din ji perlemantaran.

Şeva Heynî ya burî, di qada Xelanî, li nêzîk pira Sinek hejmareke çekdaran hêriş kirin ser xwenîşanderan û zêdetir ji 25 xwenîşander hatin kuştin û 130 xwenîşanderên din jî birîndarbûn. Ev jî karvedanê tund jê çîbûn û balyozxaneya hinek welatan li Bexdayê daxuyanî dijî evê bûyerê belav kirin û daxwaza rawestandina tundûtîjîyan û vekolînê ji wê bûyerê kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist