Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) bi fermî Tirkiye ji bernameya firokeyên F-35 derxist.
Pentagonê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber ku Tirkiyê guh sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê kiriye, ji ber wê jî ji bernameya firokeyên F-35 hat derxistin.
Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin, ji pîlotên Tirkiyê yên ku bo fêrbûna sîstema firokeyên F-35 çûbûn Amerîka, re hatiye gotin heta 31 Tîrmehê ji Amerîkayê derkevin.
Alîkara berpirsê karûbarên îdarî yên Pentagonê, Ellen Lord jî dibêje, helbet hîn şansê Tirkiyê heye ji ber ku eger Tirkiye pozîsyona xwe biguherîne dikare dîsa tevlî bernameya F-35 were kirin.
Bi gotina rayedarên Pentagonê, bi derxistina Tirkiyê ji sîstema F-35 re, 9 milyar dolar ziyan digihê Enqerê.
Biryara Pentagonê piştî wê yekê hat dayîn ku ev çend roj in hikûmeta Tirkiye mûşekên S-400 yên ku ji Rûsyayê kiribû, vediguheze Tirkiyê.
Serokê Amerîka Donald Trump jî beriya niha gotibû, ew êdî firokeyên F-35 nafiroşin Tirkiyê. Dewleta Tirkiyê daxwaza herî kêm 100 firokeyên F-35 ji Amerîka kiribû.
Siyaset Haberleri
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist