Pentagonê ragihand: Gelo wê Amerîka ji Sûriyê vekişe?

.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ti planên vekişîna ji Sûriyê nînin.

Ajansa Reutersê ragihand ku Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser zarê berpirsekî Pentagonê hewl dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) razî bike ku bi rêveberiya Şamê re lihev bikin.

Li gorî wî berpirsî, eger Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rastî zextên hikûmeta nû ya Sûriyê û Tirkiyê bên, di parastina deverên di bin kontrola xwe de zehmetiyan dikişîne.

Derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê de, rayedarekî Pentagonê jî ragihandiye:

“Ti nîşaneyên nû yên vekişîna hêzên me ji Sûriyê nînin, lê me plana vekişînê amade kiriye û dema ferman hat em ê vekişin.”

Ji aliyekî din ve, berpirsekî rêveberiya nû ya Sûriyê ji Reutersê re ragihand ku hikûmeta nû ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Tirkiyê de kar dike.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye