PENTAGONê hûrgilîyên êrîşa ser Heşdî Şabî belav kir

Her du Wezîrê Berevanîyê Mark Esper û Wezîrê Derve Mike Pompeo yên Amerîka dawî pêşhatên êrîşên Amerîka li ser pêgehên mîlîşyayên Îranê li Iraqê aşkere dikin.

Navenda Nûçeyan- Esper û Pompeo konferanseke rojnamevanî li Florîdayê derbarê êrîşa firokeyên Amerîkî li ser pêgehên hêzên ser bi Îranê ve li Iraqê de lidar xistin.

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka (Pentagon) Mark Esper ragihand, wek bersivekê li ser êrîşa li ser hêzên Amerîka li Iraqê hatîye kirin, Pentagonê 5 pêgehên hêzên ser bi Îran ve li Iraq û Sûrîyê bombebaran kirin.

Esper dîyar kir, firokeyên F-15 ên Amerîka duhî 3 pêgeh li rojavayê Iraqê û 2 pêgeh li rojhilatê Sûrîyê bombebaran kirin û lêdanên wan serkeftî bûn û firoke û firokvanên wan bi saxî vegerîyan binkeyên xwe.

Esper tekez kir jî, ev êrîşê kirine di çarçova berevanîya li xwe bû û her tiştê pêwîst be, dê bikin, ji bo rê li ber “riftarên xirap” ên mîlîşyayan û Îranê bigirin.

Ji alîyê xwe ve Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo got, ew rê nadin Îran êrîşî Amerîkîyan bikin û jîyana wan bixin metirsîyê.

Duhî Heşda Şeibî ragihand, pêgehên wan li rojavayê parêzgeha Enbarê rastî êrîşan hatin. Rêveberîya Tevgeran a Heşda Şeibî jî dîyar kir, di encama êrîşa li ser Lîwaya 45 û 46 de, 25 çekdar hatin kuştin û 51 çekdar jî birîndar bûn.

Berîya bi 3 rojan bi mûşekan êrîşek li ser serbazgeha Amerîka “K1” li bajarê Amerîkî hatibû kirin û di encamê de welatîyekî Amerîkî ku bi girêbest bi artêşa Amerîka re kar dikr hatibû kuştin û hejmarek serbazên Amerîkî û Iraqî jî bi sivikî birîndar bûbûn.

 

Basnews

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir