Pentagon: Tirkîyê ji sîstema karê asmanî hate derxistin

Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Tirkîyê ji alîyê Navenda Operasyonên Hevbeş ve ji nav lîsteya sîstema karê asmanî hate derxistin û ew bi ti awayî piştgirîya êrişa Tirkîyê bo ser bakurê Sûrîyê nakin.

Nêrîna Azad

 

Berdevka Wezareta Berevanîya Amerîkayê Carla Gleason ragihand ku Tirkîye ji alîyê Navenda Operasyonên Hevbeş ve ji nav lîsteya “Fermanên Erkên Asmanî” hate derxistin.

Carla Gleason da zanîn ku edî dê agahîyên derbarê keşîf û çavdêrîyên de ligel Tirkîyê neyên parvekirin.

Berdevka Wezareta Berevanîya Amerîkayê destnîşan kir ku êdî nemimkûn e ku Tirkîye bi serê xwe bikare asmanên Sûrîyê bikar bîne.

Li ser pirsa “ev tê wateya qada asmanî ji Tirkîyê re hatîye girtin?” Carla Gleason got: “Weke teknîkî neyê vê wateyê jî, lê tê wateya ku ji sîtema karê asmanî hate derxistin û li herêma navborî hema hema êdî nemimkûne ku bêyî hevsengî bifire.”

Pentagonê herwiha dîyar kir ku Wezîr Mark Esper ji Tirkîyê re ragihandîye ku ev êrîş dê alozîyan ji we re derbixe.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist