Pentagon: Li Sûriyeyê 9 hezar girtiyên DAIŞî hene

.

 Berdevkê (Pentagon) Patrick S. Ryder ragihand ku li Sûriyeyê li Sûriyeyê 9 hezar girtiyên DAIŞî hene.

Berdevkê Wezareta Parastînê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick S. Ryder pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

“Li Sûriyeyê 9 hezar girtiyên DAIŞî hene”

Patrick S. Ryder diyar kir ku metirsiya DAIŞê berdewam dike û got:

“Li gorî min, divê çavên me li ser DAIŞê bin û em piştrast bin ku venagere wê asta 2014an.

Hêzên ewlehiyên yên Îraqê ji bo diyarkirina gefên DAIŞê karekî gelekî baş kir.

Li cihekî wekî Sûriyeyê 9 hezar girtiyên DAIŞî hene û divê ev wekî mijareke girîng were nirxandin.

Em dê ji bo diyarkirina van gefan bi hevbeşên xwe yên Îraqî û yên din re xebatên xwe bidomînin.”

Berdevkê Pentagonê diyar kir ku “rola Amerîkayê ya li Îraqê neguheriye” û li pey çû:

“Amerîka li cîhanê bi hevbeş û hevkarên xwe re dixebite, eger li ser ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê û hevbeşên me metirsiyek hebe em dê bi hev re nirxandinan bikin da ku ew metirsî werin nirxandin.”

Divê were gotin ku li Îraq û Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene û hinek aliyên Îraqî dixwazin Amerîka ji axa wan derkeve.

Li hêla din, CENTCOMê jî doh ragihand ku li zêdetir ji 20 girtîgehên HSDyê herî kêm 9 hezar DAIŞî hene.

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir