Pentagon: Ji bo parastina hêzên xwe em ê her tedbîrekê bigirin

.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, ewê hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina hêzên xwe bistînin.

Pentagonê di daxuyaniyekê de got: “Ew hêzên leşkerî yên ku me li Rojhilata Navîn bi cih kirine, dê heta çend mehên din berdewam be.”

Amaje bi wê jî kir: “Em ê hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina hêzên xwe bistînin, eger Îran yan alîgirên wê vê derfetê bikar bînin û êrîşî me bikin.”

Pentegon dibêje: “Hebûna şiyanên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê, bi mebesta parastina hêzên me, piştgirîkirina Îsraîlê û tevgerîna wek hêzeke bergir e.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê got: “Peyama me ji rêberê Îranê re ew e ku bila aloziyan zêde neke.” Tekez kir jî: “Washington piştgirî dide Îsraîlê di parastina xwe de.”

Ajansa “Reuters” li ser zarê çend jêderên Iraqî belav kir, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di hewldanên xwe yên rawestandina êrîşên komên çekdar ên ku xwe wekî “Bereya Berxwedanê” bi nav dikin, biser neket û nekarî bi wan dida bawerî ku ew êrîşî berjewendiyên Îsraîlê nekin.

Amaje bi wê jî kir, “Sûdanî ditirse ku alozî li herêmê zêde bibe û hevsengiya têkiliyên hikûmeta wî bi Îran û Amerîka re, ku du hevalbendên Iraqê ne, têk bibe.”

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye