Pentagon: Grûpên ser bi Îranê xwe bo êrîşê amade dikin

.

 

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Grûpên ser bi Îranê ve xwe amade dikin ku di salvegera kuştina Fermandarê berê yê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî li Irqê êrişî hêzên wan bike.

Berpirsên Wezareta Berevaniya Amerîkayê dane xuyakirin ku ew xwe amade dikin di salvegera kuştina Fermandarê berê yê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî de li Iraqê rê li ber her cure êrîşekê bigrin, ku dibe liser berjewendiyên wan bihên kirin û dibe çend aramancên wan bo êrîşkirinê jî hebin. 

Li gorî rojnameya Washingtin Post ku ji çavkaniyên Pentagonê wergitiye, ew çavdêriya tevger û hevdîtinên serkirdeyên grûpên ser bi Îranê li Iraqê dikin, ku hevdîtin li gel fermandarên Supaya Qudis pêk anîne. Dibêje jî, hejmareke zede ji çek û teqemeniyan ji sinorê Îran ve derbasî Iraqê bûne.

Ev daxuyaniyên berpirsên Wezareta Berevaniya Amerîka di demekê de ne ku duh 2 balafirên B-52 yên Amerîka hatine rojhilaata navîn û 30 saetan geştên asmanî encam dane.

Amerîka dibêje ew balafir bo armanceke taybet hatine şandin.

Berî niha fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) gotibû ku Amarîka amade ye bersiva her êrîşekê bide ku bo ser berjewendiyên wê li navçeyê bê kirin.

Fermandarê berê yê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê roja 3ê Çileya  2020an di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Navdewletiya Bexdayê hatibû kuştin. Di heman êrîşê de Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendîs tevî hejmarek kesên din jî hatibûn kuştin.

 

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene