PENTAGON: Em ji Iraqê venakişin

Wezareta Bervanîya Amerîkayê (PENTAGON) tekez dike, ku wan ti pilanek bo vekişandina hêzên xwe ji Iraqê nîne û kar dikin bo vemana hêzên wan li Rojhelata Navîn.

Navenda Nûçeyan- Berdevka PENTAGONê Jonatthan Hofman, di kongireyeke rojnamevanî de aşkere kir hêzên wan li Iraqê dê bimînin û wan ti pilan nîne bo vekişandina wan hêzan ji wî welatî.

Herwiha Hofman derberê girjîya Amerîka û Îranê jî da zanîn ew ne tenê ji hêrişên Îranê nîgeran in, lê ew ji hêrişên dûvelankên wê jî nîgeran in. Ev jî wek amajeyek bo girûpên çekdarên Iraq, Sûrîye, Yemen û Lubnanê ku li gor gotina Amerîkayê fermanan ji Îranê werdigirin.

Herweha zelal jî kirîye, pêwîste Îran rêyên dîplomasî bo çareserkirina arîşeyan bigre ber.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist