Pentagon: Dewriyeyên hevbeş ji bo jinavbirina nîgeraniyên Tirkiyê ne

Berdevkê Fermandariyên Hevbeş li Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Patrick Ryder, ragihand ku ew bi armanca jinavbirina nîgeraniyên Tirkiyê di çarçova plana Navçeya Aram de, dewriyên hevbeş encam didin.

Berdevkê Fermandariyên Hevbeş li Wezareta Berevaniyê (Pentagon) ya Amerîkayê Patrick Ryder, derbarê encamdana dewriyên hevbeş li gel Tirkiyê li Navçeya Aram li ser axa Rojavayê Kurdistanê û ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ de ji Rûdawê re ragihand ku armanca wê mekanîzmaya emnî ya ku ew kar li ser dikin ew e  ku nîgeraniyên Tirkiyê yên derbarê asayîşa sînorê wê de jinav bibin.

Patrick Ryder, diyar jî kir, “Heta niha 5 jê ji asîman û yek jî li bejahî, dewriyeyên hevbeş hatine encamdan. Ev ji bo bicihkirina mekanîzmaya emnî ya hevbeş bû. Ez dikarim bibêjim di hemû aliyan de pêşkeftinek heye.”

 

Ryder, bibîr xist ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG), binkeyên xwe yên li ser sînor jinav birine û aşkere kir, “Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî piştevaniya vê planê dikin.”

 

Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê, destnîşan jî kir ku ew kar ji bo jî dikin ku DAIŞ careke din serî hilnede.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist