Pentagon: DAIŞ li Iraqê pişta xwe bi êrîşên biçûk girêdide

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê raporta li ser karên Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bo çarîka yekem a îsal belav kir

 

Navenda Nûçeyan - Wezareta Berevanî ya Amerîkayê raporta li ser karên Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bo çarîka yekem a îsal belav kir û dibêje, DAIŞ li navçeyên çîyayî û parêzgehên hemî çolistan ên bakur û rojavayê Bexdayê li ser êrîşkirinê berdewam e, lê êrîşên wê biçûk in û nikarîye ti cihekî di jêr kontrola xwe de bihêle.

Raporta Pentagonê behsa kar û çalakîyên Hevpeymanîya Navdewletî ji 1ê Çile heta 31ê Adara îsal dike û dibêje, Hêzên Hevpeyman hewla kêmkirina hêzên xwe li Iraqê da û ev jî beşek bû ji planeke demdirêj a Hevpeymanan.

Her di wê demê de veguhestina binkeyên serbazî destpê kir, sedem jî ew nîgeranî bû ku ji ber zêdebûna alozîyên navbera Amerîka û Îranê û wan hêzên bi wekalet bo Îranê şer dikin, çêbûbû.

Raport behsa xwepêşandanên berdewam ên li Iraqê dike, lê dibêje xelk ji tirsa koronayê demeke li mal dimînin.

Amaje bi wê yekê jî dide ku daketina bihayê petrolê bandor li budçeya Iraqê kirîye. Amerîka dibêje, bêyî zêdekirina dahata xwe, eger heye hikûmet nikaribe piştî meha Nîsanê budçeya wezaretên xwe dabîn bike.

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be