PENê kongreya xwe ya 10.mîn li darxist!

PEN a Kurd a Navneteweyî, kongreya xwe ya 10emîn li bajarê Oldenburg ê Almanyayê pêk anî.


 PEN a Kurd a Navneteweyî, kongreya xwe ya 10emîn li bajarê Oldenburg ê Almanyayê pêk anî. Di kongreyê de Samî Tan û Aslihan Yildirim weke hevserokên PEN a Kurd a Navneteweyî hatin hilbijartin
10emîn Kongreya PEN a Kurd a Navneteweyî bi tevlêbûna sed rewşenbîr û nivîskarên ji çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê, li bajarê Oldenburg ê Almanyayê hate lidarxistin. Di kongreyê de hate destnîşankirin ku ji her demê bêhtir, îro pêwîstî bi yekitiya neteweyî ya gelê kurd heye.


Di roja destpêkê ya kongreyê de mêvanan hev nas kirin û pêşkêşî kirin. Di roja duyemîn de jî karê PEN a Kurd a Navneteweyî hate nirxandin. Ji bo ku du xalên rêziknameyê ya PEN a Kurd bên guherandin, nîqaş hatin meşandin û pêşniyar hate kirin. Di vê çarçoveyê de hejmara endamên rêveberiya PEN a Kurd bû 15 kes. Ji wan 9 jê esîl, dê 6 jî cihgir bin. Piştî civîna rêveberiyê ji bo hevserokatiya PEN a Kurd Samî Tan û Aslihan Yildirim hatin hilbijartin.
 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist