PENê bang li Tirkiyeyê kiriye ku Gulgeş Deryaspiyê azad bike

.

PENê diyar kiriye ku em di wê baweriyê de ne Gulgeş Deryaspî ji ber nivîsên xwe yê têkildarî çand û zimanê kurdî bûye armanc û bang serbest berdana wê kiriye. Gulgeş Deryaspî bi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye cezakirin.

Yekitiya Nivîskarên Navneteweyî(PEN) ji bo Gulgeş Deryaspiyê azad bikin, bang li Tirkiyeyê kiriye. Di Kanûna 2020an de bi îdiaya ku ‘endama rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Gulgeş Deryaspî, nivîskara Kurd hatibû birîn.

PENê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku em di wê baweriyê de ne Gulgeş Deryaspî ji ber nivîsên xwe yê têkildarî çand û zimanê kurdî bûye armanc û bang serbest berdana wê kiriye. Gulgeş Deryaspî bi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye cezakirin.

Çi bûbû ?


Gulgeş Deryaspî, di 25ê Tîrmeha 2019an de li Bedlîsê di encama operasyonekê de hatibû desteserkirin. Piştre ew girtine û şandine Girtîgeha Tîpa Eya Bedlîsê. Piştî 8 mehan hatiye tehliye kirin. Lê belê di 3ê Kanûna Pêşiya 2020an de 2em Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê bi îdiaya ku ‘endama rêxistinê ye’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê biriye.

Gulgeş Deryaspî li Zanîngeha Alparslana Mûşê Beşa Ziman û Wêşeya Kurdî qedandiye. Pirtûkên wê yên bi navê  “Tariya Bi Tav”, “Xezal” û “Ez Ne Ezim” hene.

Bianet

Siyaset Haberleri

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin
Serokê Diyarbakirsporê hat girtin: Xwe wekî 'karmendê MÎTê' da naskirin
Mesrûr Barzanî û Heval Ebûbekir li ser şewatên li Silêmaniyê axivîn
Rafael Grossi: Me li Sûriyeyê bi tonan madeyên atomê dîtin
Sedema teqîna li avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê diyar bû