Pêncî û şeşemîn konferansa Mûnîxê îro dest pê dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî beşdar dibe

Navenda Nûçeyan - Pêncî û şeşemîn konferansa ewlehîyê ya Mûnîxê dest pê dike û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beşdar dibe.

Îro pêncî û şeşemîn konferansa cîhanî û salane ya ewlehîyê, dîsa mîna her car, li bajarê Mûnîx yê Almanya dest pê dike.

Di konferansa îsal de, çendîn serokên hikûmetan, wezîrên derve, wezîrên berevanîyê û nûner û mezinên welatên cîhanê beşdar dibin.

Li gorî agahîyan, Mesrûr Barzanî dê di kevana konferansê de bi wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo, serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borîsov û wezîra berevanîya Almanya Angirêt Kramp re bicive.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist