PENa Navneteweyî êrîşên li ser sazî û kitêbfiroşên kurdî şermezar kir

.

PENa Navneteweyî endîşeyên xwe yên li ser êrîşên sazî û kitêbfiroşên Kurdî eşkere kiriye ku polîsan 24ê mehê li Amedê bi ser Payîz Pirtûk û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DERê da girtibûn. Ew bangî desthilatdarên Tirkîyeyê dikin ji bo ku rêzê bo bikaranîn û pêşvebirina ziman û çanda kurdî bigirin.

Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez derbarê meseleyê da wiha gotîye:
“Miletê kurd xwedîyê mafên xwe ye ku di nav civak û perwedeyê da zimanê xwe bikar bîne û bi zimanê xwe yê dayîkê agahîyan bi dest bixe. Dewlemendîyên me yên zimanî divê werîn teqdîrkirin/pîrozkirin, ne ku ji kokê bêne rakirin/hilweşandin.”

Çi bûbû?

24ê mehê li Amedê Polîsan bi ser Payîz Pirtûk û MED-DERê da girt.

Payîz Pirtûk kitêbfiroş e û ew zêdetir kitêbên kurdî difiroşe. Herwiha Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DER jî sazîyeka zimanî ye û li wir zimanê kurdî tê fêrkirin.

Hevserokê berê yê MED DERê Rifat Ronî, Hevserokê MED-DERê Mehmet Remzî Azîzolu, Hevserokê MED-DERê Ramazan Holat Şukran Yakut û Rêvebera MED-DERê Dîlan Guvenç hatine desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê