Pedersen: Hebûna çekdarên biyanî li Sûriyeyê gef e

.

Nûnerê taybet ê Sûriyeyê Geir Pedersen di civîna gotûbêjkirina geşedanên dawî yên Sûriyê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, axivî.

Pedersen got, aramiya demkî a li welêt, nayê wateya aramiyeke domdar, xetere heye ku tundî dîsa dest pê bike nemaze ku tedbîrên rastîn ên ji bo avakirina baweriyê nîn in.

Pedersen, destnîşan kir ku zelalbûn bingeha biserxistina pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê ye û bang kir ku bernameyeke giştî ji bo çareserkirina yan jî sererastkirina sektora ewlehiyê û bêçekkirinê dest pê bike û da zanîn, çekdarên biyanî li Sûriyeyê gef in.

Pedersen li ser rewşa li Siwêdayê got, ew bi hêvî ye hesab ji berpirsên bûyerên dawî yên li parêzgehê, were pirsîn û divê encamên komîteya lêkolînkirina rastiyan bên eşkerakirin.

Herwiha Pedersen pêwendiyên di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) û nûnerên hikumeta veguhêz de bi erênî nirxand.

Pedersen bal kişand ser serwerî û yekitiya Sûriyeyê û got ku ji bo bidestxistina îstiqrarê, divê gavên pratîk ji bo avakirina baweriyê bên avêtin yan jî wê agirbest rûbirûyî têkçûnê be.

Siyaset Haberleri

Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin
Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan