PDKê dema lidarxistina kongreya xwe aşkere kir

.

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku PDK kongreya xwe ya çardehem dê di 26ê Gulanê de li dar bixe.

Fazil Mîranî ji rojnamevanan re axivî û eşkere kir; roja 26ê Gulana 2021ê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kongreya xwe ya çardehem li dar dixe.

Biryar bû kongreya çardehem di sala 2014an de bihata sazkirin, lê ji ber rewşa Herêma Kurdistanê û serîhildana şerê DAIŞê, şert û merc ji bo lidarxistina kongreyê guncaw nebû.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 16ê Tebaxa 1946an de hat damezirandin û ji sala 1946an heta niha di nava qada siyasî deye.


 

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin