PDKê bi fermî doz vekir!

Berpirsê saziya helbijartina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amaje bi wê yekê kir, ku li dadgeha federal a Iraqê doz vekirine.

Berpirsê saziya helbijartina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amaje bi wê yekê kir, ku li dadgeha federal a Iraqê doz vekirine.

Berpirsê saziya helbijartina PDKê Xesro Gorran ragehand, piştî parlamentoya Iraqê biryar da, helbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê, bi parêzgeha Kerkûkê ve jî dê pêkbên, wan li hember biryarê nerazîbûn nîşan daye.

Herwaha diyar kir ku PDKê bi fermî doz li dadgeha federal a Iraqê vekiriye û got: ‘’Em wan gotegotan red dikin ku namzedê me bo helbijartina encûmena parêzgeha Kerkûkê hatiye diyar kirin.’’

Li gor biryara encûmena nûnerên Iraqê ku dervey beşek kêm a parlamenterên YNKê û hemû parlamenterên kurd ên li Bexdayê deng nedan, lê biryar hate dayîn meha Nîsan a 2020ê de helbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê bi Kerkûkê ve birêve biçe.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist