PDK û YNK li Hewlêrê di civînê de ne

.

Ev 3 roje, şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo dirustkirina yekdengiya kurdî dest bi civîna ligel aliyên siyasî kiriye, niha jî li Hewlêrê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re dicive.

Li gor nûçeya K24ê, civîn li baregeha Polîtburoya YNKê ya Hewlêrê tê girêdan. Di civînê de pêwendiyên di navbera PDK û YNKê de û çawaniya cibicîkirina bernameya kabîneya nehem guftûgo dikin. Mijareke din a civînê jî ew e, ji ber ku ew her du hêz wek du hêzên sereke yên Herêma Kurdistanê ne, dê bi yekalî û bi peyameke hevbeş guftûgoyê li gel Bexdayê bikin. Herwiha hilbijartinên pêşwext ên Iraqê jî guftûgo dikin.

Şanda PDKê ji endamên Polîtburoyê Zeîm Elî Kakemîn Necar û endamên Serkirdatiyê Piştîwan Sadiq û Elî Husên pêk tê.

Şanda YNKê jî ji endamên Polîtboruyê Seidî Pîre û Soran Cemal Tahir û endamên Serkirdatiyê Salar Serhed û Dara Reşîd pêk tê.

Her ji bo mebestê, şanda PDKê duhî serdana Yekgirtûya Îslamî  û Tevgera Îslamî û Hizba Şûî ango Komînîst kiribû.  Biryar e jî şanda PDKê piştî civîna ligel YNKê, bi şandeke Tevgera Gorranê re jî bicive.

Kurdistan Haberleri

Zanyarên Ewlehiyê: Ji navxweya Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin
Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (285)
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em AmedSporê Pîroz Dikin
Li Wanê Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin