PDK û YNK ji bo pêkanîna lijneyeke hevpar dixebitin

Ji bo êdî alîyên sîyasî ji hev cuda serdana Bexdayê nekin, Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo danîna stratejîyeke hevbeş bo gotûbêjên ligel alîyên sîyasî yên Iraqê, hewl didin lijneyeke hevpar pêk bînin.

Armanca PDK û YNKê ew e ku alîyên din ên sîyasî jî beşdarî gotûbêjan bikin, da ku bi yekdengî ligel Bexdayê biaxivin, bi taybetî jî li ser mijara asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û sekinandina erebkirinê û mijara hilbijartinên pêşwext.

Kakemîn Necar, Endamê Polîtburoya PDKê li ser vê mijarê got: “Sedema pêkanîna şanda sîyasî ya hevpar ew e ku niha çendîn dosyeyên sîyasî hene, weke mijara hilbijartinan, erebkirin û madeya 140, ku em dixwazin Kurd li ser wan yekdeng bibin.”

Herwiha Serdar Herkî, Endamê Serkirdetîya YNKê daxwaz kir; berî ku şanda hevpar serdana Bexdayê bike, stratejîya gotûbêjkirina ligel alîyên sîyasî yên Iraqê, were dariştin.

PDK û YNKê dest bi gotûbêjan kirine, tiştê maye ew e ku bigihin encameke giştgîr a dariştina sîyaseteke hevbeş û beşdarkirina alîyên din ên sîyasî bo gotûbêjên ligel alîyên Iraqê.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist