PDK û YNK bi serokatiya Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî civiyan

.

Heyetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi pêşengiya Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî li hev civiyan.

Şandeyeke PDKyê ya bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê PDKyê îro çû navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê.

Her wiha şandeyeke YNKyê jî bi pêşengiya Serokê YNKyê Bafil Talebanî ji bo civînê çû Dûkanê.

Şandeyên her du partiyan li ser pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan.

Şandeya PDKyê ji Endamê Polîtburoya PDKyê Hoşyar Zêbarî, Endamê Ofîsa Siyasî PDKyê Piştîwan Sadiq, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Dilşad Şehab û Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Umêd Sebah pêk tê.

Şandeya ji  Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Amanc Rehîm, Endamê Mekteba Siyasî ya YNKyê Derbaz Kosret Resûl, Endamê Mekteba Siyasî ya YNKyê Nizar Amêdî û Endamê Mekteba Siyasî ya YNKyê Rêwaz Fayeq pêk tê.

Tê gotin ku şandeyên her du aliyan gotûbêjê li ser pêkanîna kabîneya 10emîn û belavkirina postan bikin.

Endamê Serkirdayetiya YNKyê Pola Talebanî jî îro ji Rûdawê re got, “Behsa belavkirina postên kabîneya bê tê kirin û têgihiştineke baş heye û rêkeftin dê were nivîsandin û paşê jî dê were îmzekirin."

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'