PDK-S: Tevî astengiyan diyalog di navbera aliyên Kurdî de berdewam e

PDK-S: Tevî astengiyan diyalog di navbera aliyên Kurdî de berdewam e

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) tekeziyê li ser berdewamiya diyaloga Kurdî dike û radigihîne, tevî astengiyan, diyalog ji bo hevbeşiyeke rasteqîne berdewam e.

Polîtburoya PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya mehane belav kir û tê de tekezî li ser berdewamiya diyaloga di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de kir û ragihand: “Danûstandin di navbera her du aliyan de berdewam in.”

Polîtburoya PDK-Sê xalên astengiyê yên li pêş diyalogê derdikevin, aşkere kirin: Pirsên girtî û revandiyan, leşkeriya neçar, perwerde, sepandina bacan li ser welatiyan û babeta ewlehî û berevaniyê ne.

Di raporta PDK-Sê de hatiye gotin: Piştî ENKS û PYNKê li ser belgenameya Nerîna Siyasî û pirsa Lêvegera Kurdî ya Bilind li hev kirin, gelek welatên bihêz wek Fransa, Almanya û Brîtanya piştevaniya xwe ji van danûstandinên ku bi serperiştiya Amerîka tên kirin, nîşan dan.

Polîtburoya PDK-Sê tekez dike: “Em wek PDK-Sê, bi riya ENKSê re piştevaniya xwe ji bo serxistin û serkeftina van danûstandinan tekez dikin, bi awayekî ku hevbeşiyeke rasteqîne di navbera her du aliyan de pêk were û bikeve berjewendiya yekrêziya kurdî û helwesta wê ya siyasî.”

Ji heyama zedetir ji 7 mehan e, ENKS û PYNK danûstandinan dikin û niha danûstandin di qonaxa sêyemîn de berdewam in. Di qonaxa yekem de li ser Nerîna Siyasî û di qonaxa duyem de jî li ser Lêvegera Kurdî ya Bilind li hev kirin.

Niha qonaxa sêyemîn a danûstandin e. Çavdêr dibêjin, ev qonaxa herî giring û zehemt e, ji ber ku danûstandin li mijarên wek leşkerî û tevlîbûna ENKSê di nava rêveberiyê de tên kirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê