PDK: piştîvanîyê li rêkkevtina Hewlêr û Bexdayê dikîn

Gotebêjê PDKê dibêje: Bi temamî piştîvanîya rêkkevtina hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Îraqê dike. di beranber de, endameke Xaneya Raperandina Bizava Gorranêweha dibîne, ku ev rêkkevtin berhema yek tîmî ya karkirina kabîne ya neheme.

Navenda Nûçeyan- Mehmûd Mehemed, gotebêjê PDKyê dibêje: PDK piştîvanîya rêkkevtina hikumeta Herêma Kurdistanê li gel hikumeta Îraqa Fedrda dike, nemaze jî pirs budce û petrolê. Çunku bi dîtina wan ev rêkkevtin karên berahîyê yê kabîneya nehem bûye. Teva hewlên wan jî anku PDKyê bo wê yekê dibe, ku piştîvanîya alîyên sîyasîyên Îraqê bo evê rêkkevtinê bi dest bihîne.

Di beranber de, Celal Cewher, endamê Xaneya Raperandina Bizava Gorranê tekez dike ku ev rêkkevtin berhemê yekî tîmî ya karkirina serok û endamên kabîneya neheme, lew pêdivîye ew alîyên di hikumetê de pişikdarin evê yekrêzîyê biparêzin.

Çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, xaleka serekîya karnameya kabîneya nehem bû; lew piştî çend mehan ji pêkanîna wê kabîneyê, hikumeta Herêma Kurdistanê şîya l gel wezareta darayîya Îraqê li ser pirsa û budce bigehe rêkkevtina dawîyê. Bi ûmêda wê yekê ku rêkkevtin wek xwe bihêt bicihkirin.

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist