PDK: Pêwîstiya me bi hevahengî û yekdestiyê heye

.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevahengî û yekdestiyê heye.

PDKyê îro bi minasibeta salvegera 33yan ya Raperîna gelê Kurdistanê ya li hemberî rejîma Beasê, peyamek belav kir.

Di peyama xwe de PDKyê amaje bi wê yekê kir ku “hebûna siyasî ya herêmê di asta navxweyî û derve de rûbirûyê çend pirsgirêk û krîzekê ye.”

PDK got, “Serhildana Kurdistanê du rastiyên dîrokî ji me, dost û dijminan re îsbat kirin.

Ya yekem serkeftina gelê me û welatê me di yekîtî û biratiya me de ye. Parçebûn û veqetîna me ji bilî zirer û ziyanê tu tiştî nade miletê me.

Rastiya duyem jî ew e ku, înkarkirina neteweya Kurd û binpêkirina mafên miletê Kurd, di dawiyê de dê bibe sedema rûxandin û riswakirina zaliman.

Divê em hemû di pirsên stratejîk ên Kurdistanê de, di parastina xaka xwe, mafên xwe yên rewa û destûrî de, di parastina destkeftî û pêkhateya netewî de yekdeng bin.

PDKyê tekez kir ku erkê hemû aliyên divê parastina ax û xelkê Kurdistanê û û destkeftiyên wê be.

PDKyê herwiha di peyama xwe de got:

“Em li beranberî hinek asteng û aloziyên wisa ne ku zêdetir pêdivîtiya me bi hevahengî û yekdestiyê li ser asta Herêma Kurdistanê û berdewamiya danûstandinan bi Bexdayê re ber bi çarekirin û yekalîkirina arêşeyan heye, ji bo ku careke din arîşe û krîz dubare nebin.

Em li ser parastina desthilatê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li dûv qanûn û destûrê federalî rijd bûn û em tekezê li ser bingehên serekî yên avakirina Îraqa nû û bidawîanîna arîşeyên hene dikin ku xwe di bingehên hevparî û hevdengî û hevsengiyê de dibînin.”

Derbarê hilbijartinan jî PDKyê got:

“Em piştevaniya xwe ji bo pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di wê demê de diyar dikin a ku Serokê Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku roja 10 Hezîrana îsal e.

Em sozê bi gelê xwe û hemû dostên gelê Kurdistanê didin ku PDK bi rengekî rijd û rastgo ji bo pêvajo hilbijartinan bi rengekî azad û paqij û bijîn kar dike.”

PDKyê di dawiya peyama xwe de jî got:

 “Em ji tevaya Kurdistan, Îraq û cîhanê re radigihînin ku em dê pişkdareke bihêz bin, ji bo serxistina hilbijartinan û qebûlkirina encamên wan.”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist