PDK, lijneyekî bilind bo pêkanîna kongreya 14.mîn pêktîne

Endamê rêveberîya PDKê radîgehîne lijneyek bilind bo wergirtina pêşneyarên organên ser bi partîyê hatîye pêkanîn, ku amadekarîyê bo pêkanîna kongreya 14.mîn a PDKê bike.

Navenda Nûçeyan- Endamê encûmena rêveberîya PDKê Dr. Aras Heso ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi armanca amadekarîya bo pêkanîna kongreya 14.mîn a PDKê, lijneyek bilind a 7 kesî ku 4 kes ji wan endamên politburoyê ne û 3 kes jî endamên rêveberîya PDKê ne. Ew lijneye heftîya bê dest bi karên xwe dike û destpêkê jî nêrîn, proje û pêşneyarên organên PDKê dê wergirin.’’

Herwaha got: ‘’Lijne dê biryarê li ser dema pêkanîna kongreyê û çawanîya pêşkeş kirina pêşneyaran dê bide û gelek lijneyên jêrîn jî dê bê pêkanîn, ji bo ku nêrîna hemû endamên PDKê vergire û dibe kom kirina proje û pêşneyaran du meh dem bigre.’’

Wî endamê rêveberîya PDKê got: ‘’Lijne biryarê dide ka dê guhertin çawa û çi ne û ev yek jî li ser pêşneyarên mekteb û baskan dibe. Lê bi piştrastî ve guhertin dê heykelê rêxistinê, organ û rêveberîya PDKê de pêkbên.’’

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist