PDK: Hin xalên yasaya helbijartinê ne di berjewendiya kurdan de ne!

Berpirsê saziya helbijartinê ya PDKê radigehîne, ku hin xalên yasaya helbijartinê ne di berjewendiya kurdan de ne.

Berpirsê saziya helbijartinê ya PDKê radigehîne, ku hin xalên yasaya helbijartinê ne di berjewendiya kurdan de ne.

Berpirsê saziya helbijartinê ya PDKê Xesrew Goran ji malpera fermî ya partiya xwe re ragehand, PDK beşdarî helbijartinên parêzgehan dibe û hemahengiyê li gel aliyên siyasî yên din ên Kurdistanê jî dê pêkbîne.

Herwaha got, hin têbiniyên partiya wan li ser hin xal û biryarên komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartina Iraqê heye, ku hin xalên yasaya helbijartinê ne ‘’Di berjewendiya dengên kurdan de ne’’ û ev têbinî bi fermî jî gehandine Netewên Yekbûyî û komîsyonê.

Berpirsê saziya helbijartina PDKê diyar kir, rewşa navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê wek rewşa Besra, Necef û Kerbela nîne. Piraniya xelkê wan navçeyên Kurdistanê koçber bûne û mal û navçeyên xwe bicîh hiştine.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist