PDK: Em gelek nîgeran in li ser girjî, alozî, operasyonên serbazî

Partîya Demokrata Kurdistanê nîgeranîya xwe li ser bombebaranên Tirkîyê û Îranê nîşan da û daxwaz ji PKK û alîyên din ên çekdar kir ku "şer û çalakîyên xwe veguhêzin bo meydanên xwe yên rasteqîne."

Navenda Nûçeyan - PDK dibêje, “Em gelek nîgeran in li ser girjî, alozî, operasyonên serbazî, bombebaranên Tirkîye û Îranê bo ser xaka Herêma Kurdistanê ku bûne sedema dilrewîya hemwelatîyên sivîl û neseqamgirîyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê.”

Herwiha di daxuyanîya PDKê de hatîye gotin, ku niha 500 gundên Herêma Kurdistanê li ber destê PKKê ne û hatîye dîyarkirin, “me çav lê girtîye lêbelê eger ev rewş berdewam be, ji ber bombebaranan zîyanên mezintir  dê bigihijin Herêmê û cihên din ên Herêmê jî dikevin jêr metirsîyê.”

PDK dibêje, “Pêwîst e hemû alî li wê têbigihijin ku xebat û hikûmranî bi muzayede û sîyaseta neberpirsane nayê kirin. Lewma me berî niha gotîye û em niha jî dibêjin ku em li gel xebata sîyasî û rêkarên aştîyene ne ji bo çareserkirina pirsa Kurd li perçeyên din û eger PKK û alîyên din ên çekdar nekarin pabendî biryar û hikûmranîya Herêma Kurdistanê bin, bila şer û çalakîyên xwe veguhêzin bo meydana xwe ya rasteqîne û zêdetir nebine cihê êriş û malwêranîyê bo hemwelatîyên Herêma Kurdistanê.”

Roja Înê, 19.06.2020, ji ber bombebarana firokeyên Tirkîyê li sînorê Şeladizê û Kanî Masê, 5 hemwelatîyên sivîl canê xwe ji dest dabûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di daxuyanîyekê de şehîdkirin û zîyangihandina bi hemwelatîyan şermezar kiribû ku her ji alîyê kê ve û bi çi sedemê hatibe encamdan û daxwaz li Tirkîyê kiribû rêz li serwerîya Herêma Kurdistanê bigire û herwiha daxwaz ji PKKê jî kiribû ku wan navçeyan vala bike ku zêdetir nebe sedema alozîyan li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê.

 

Siyaset Haberleri

Hakan Fîdan bi Serokê Komîsyona Heşdî Şebiyê re civiya
Fermandarekî HPGyê: Em dixwazin pirsgirêka Kurdan bi rêyên demokratîk çareser bibe
Mehmet Uçum: Zimanê serwerî û yekîtiya Tirkiyeyê Tirkî ye
Netanyahu: Em dê biryarê bidin ka kîjan hêz dê li Xezeyê bi cih bibin
‘Kulîlkên Azadiyê’ li Amedê dar çandin