PDK biryara xwe ya beşdarnekirina hilbijartinan ji nûnerên dîplomatîk ên welatan re rave dike

.

 Piştî daxuyaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê beşdarnekirina di hilbijartinên parlamentoyê de ji ber biryarên Dadgeha Federalî, endamê Polîtburoya PDKê Hêmin Hewramî bi konsul û nûnerên dîplomatîk ên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê re civiya.

endamê Polîtburoya PDKê Hêmin Hewramî îro 19ê Adarê ligel Konsulên Brîtanya, Fransa, Îtalya, Çek, Holanda, Yunanistan, Polonya, Hungarya, Bulgarya, Serokê Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê û Berpirsê UNAMI li Hewlêrê civiya û ronîkirinên zêdetir ya helwesta Polîtburoya PDK'ê ya beşdarînekirina di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de.

Pêştir Hewramî li Hewlêrê ligel konsulên giştî yên Amerîka, Rûsya, Çîn û Tirkiyê li Hewlêrê civiyabû û helwest û nêrîna PDKê derbarê dawî pêşhatên siyasî û daxuyaniya Polîburoya PDKê dabû.

Ji bo heman mebestê jî, Hewramî li gel konsulên Misir, Îmarat, Erebistana Siûdî, Qeter, Urdin û Felestînê civiyabû û sedemên ragihandina helwesta dawî ya PDKê derbarê hilbijartinan de eşkere kir.

Ev piştî wê tê, Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 18ê Adara 2024an di daxuyaniyekê de ragihand, ew beşdarî hilbijartinên ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî tên kirin, nabin.

Polîtburoya PDKê herwiha gotibû, “Em aliyên Hevpeymaniya Îdareya Dewletê dixin beranberî berpirsyarîtiya niştîmanî di bicihneanîna destûrî û tevaya xalên lihevkirina siyasî û îdarî yên pêkanîna kabîneya niha ya Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî de, berovajî wê yekê jî em nikarin li ser piroseya siyasî berdewam bin”

K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist