Pasdarên Îranê desteserkirina keştiyeke Îsraîlê ragihand

.

Hêzên Deryayî yên Pasdarên Îranê ragihand, wan keştiyeke barhilgir a Îsraîlê li Kendavê desteser kiriye.

Ajansa “IRNA” ya Îranê ragihand, hêzên deryayî yên Pasdarên Îranê di operasyonekê bi helîkopterê de, keştiya barhilgir a MSC Ariz a bi ala Portugalê li nêzî Tengava Hurmuzê desteser kir.

Da zanîn jî, ew keştî ser bi kompanyaya Zodiac Maritime ve ye, ku xwediyê wê sermayederê Îsraîlî Eyal Ofer e.

Ajansê diyar kir ku keştî hatiye desteserkirin û ew ber bi peravên Îranê ve hatiye veguhestin.

Ev bûyer di demekê de tê, piştî armanckirina avahiyekê li tenişt Konsulxaneya Îranê li Şamê û ku tê de 7 endamên Pasdarên Îranê hatin kuştin, alozî li herêmê zêde bûye, Amerîkayê jî weke bersivekê li ser egera êrîşeke asmanî ya Îranê, hêzeke leşkerî şandiye herêmê.

Kurdistan Haberleri

PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin