Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!

.

 Iraqê biryar da ku hemû çalakiyên partî û komên opozîsyona Rojhilat di nav sînorên Iraqê de, bi taybetî li Herêma Kurdistanê, qedexe bike.

Nivîsgeha Şêwirmendiya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê di daxuyaniyekê de got, "Ev biryar beşek ji pabendbûna Bexdayê ye ji bo xurtkirina ewlehiya sînor û têkiliyên dualî yên bi Îranê re."

Li gorî belgeya fermî ya ku ji aliyê Serokwezîr û Şêwirmendiya Ewlekariya Neteweyî ve hatiye weşandin, biryar hatiye dayîn ku tedbîrên pêwîst ji bo bicihanîna van rênimayên jêrîn ji saziyên ewlehî û leşkerî, Desteya Dergehên Sînor û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re werin girtin:

1. Girtina baregehên van koman û pêşîgirtina li her cure çalakiyên siyasî, medyayî an leşkerî yên van koman.

2: Pêşîgirtina li bikaranîna axa Iraqê wekî platformek ji bo provokasyon an êrîşek li dijî Îranê.

3: Kontrolkirina li ser deverên sînorî yên hevpar ên ku berê ji hêla hin koman ve dihatin bikar anîn, nemaze deverên çiyayî, tundtir kirin.

4: Xurtkirina hevahengiya ewlehiyê di navbera Bexda û Hewlêrê de ji bo misogerkirina cîbicîkirina berfireh a biryarê.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê