Parlementoya Kurdistanê ji ber pirojeqanûna reforman bêhnvedana xwe kurt dike

Bêhnvedana parlementoyê ji serê salê ve dest pê dike

Navenda Nûçeyan- Parlementoya Kurdistanê ji ber pirojeqanûna reforman dê heyama bêhnvedana xwe zivistanê kêm bike.

Parlementoya Kurdistanê dê ji serê sala nû de derbasî nav bêhnvedana zivistanê bibe. Heyama bêhnvedana zivistanê ya parlementoyê du meh in.

Li gorî agahîyên BasNewsê, parlemento dixwaze ji ber pirojeqanûna reforman û karên din dema bêhnvedana xwe kurt bike.

Tê gotin ku dê di civîna sibê (24 vê mehê) de kurtkirina bêhnvedanê bikeve rojeva parlementeran.

Heta niha nayê zanîn parlemento dê çend rojan kêm bike lê tê texmînkirin herî kêm 15 rojan were kêmkirin.

Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist