Parlementerekî kurd: Bexdayê dîplomayên 5 zankoyên Kurdistanê pesend kir

Endamekî kurd yê parlementoya Iraqê ragihand, hikûmeta Iraqê dîplomayên 5 zankoyên Kurdistanê bi fermî qebûl dike.

Navenda Nûçeyan- Parlementerê kurd û endamê firaksîyona PDKê li parlementoya Iraqê, Mihemed Şakir ji BasNewsê re got, piştî hewl û xebatek mezin ya parlementerên kurd, Wezareta Xwandina Bilind ya Iraqê rizamendî li ser wê yekê nîşan da ku dîplomayên 5 zankoyên Kurdistanê bi fermî qebûl bike.

Wî parlementerê kurd behsa wan zankoyan jî kir û ragihand, ew zankoyên Kurdistanê yên ku dîplomayên wan ji alîyê Bexdayê ve hatine qebûlkirin, ev in: Zankoya Soran, zankoya Zaxo, zankoya Helebcê, Zankoya Kurdistanê (Hewlêr) û zankoya Raperîn (Ranya).

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist