Parlementerekî Iraqî: Kabîneya nû ya hikûmetê dê çend rojên din pêk were

Endamekî parlementoya Iraqê dibêje, serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî “herî dereng” dê hefteya bê lîsteya wezîrên kabîneya xwe pêşkêşî parlementoyê bike.

Navenda Nûçeyan - Parlementerekî Iraqî bi navê Seiran El Acibî ji medyaya Iraqî re gotîye, serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî dê di nav çend rojên bê de wezîrên kabîneya xwe destnîşan bike û lîsteya wan bide parlementoyê.

Wî parlementerî daye zanîn, eger Kazimî di nav çend rojan de jî nekaribe dê herî dereng hefteya bê lîsteya wezîran bide parlementoyê.

Serkomarê Iraqê Berhem Salih roja 9 vê mehê Mistefa Kazimî bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar kir. Divê Kazimî di nav 30 rojan de wê erkê bicîh bîne.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist