Parlementereka mesîhî ya Kurdistanê: Mesîhî li dijî serjimêriya giştî ne

Parlementereka mesîhî ya Kurdistanê dibêje, ew li dijî serjimêriya giştî li Iraqê ne ji ber ku beşek mezin ji mesîhiyan koçber bûne.

Navenda Nûçeyan- Hikûmeta Iraqê biryar daye sala 2020 serjimêriya giştî li Iraq û Kurdistanê bike.

Li ser vê mijarê, parlementera mesîhî li parlementoya Kurdistanê Robîna Omlîk Ezîz ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ew li dijî serjimêriya giştî ne ji ber ku eger serjimêrî bê kirin bi ziyana mesîhiyan e.

Li ser sebeba wê jî, Robîna Ezîz gotiye, çimkî beşek mezin ji mesîhiyên Iraqê ji ber şer koçber bûne û ne li ser cih û warê xwe ne.

Wê parlementera mesîhî daye zanîn ku eger serjimêrî bê kirin, parlementerên mesîhî li parlementoyên Iraq û Kurdistanê dê li dijî wê derkevin û helwest wergirin.

 

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir