Parlementerê YNKê Mîrza: Bexda 820 milyar dînarê Pêşmerge neşandîye

Parlementerê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê ji Fraksîyona Yekîtîyta Kurdistanê li Parlementoya Iraqê Şîrwan Mîrza aşkere kir Bexda 820 milyar dînarê Pêşmerge neşandîye û amara Pêşmergeyan dike bîyanû û pereyên Pêşmergeyan naşîne.

Navenda Nûçeyan- Îro roja înê 27.12.209an Şîrwan Mîrza, ji BasNewsê ra axivî û got: “Bexdayê 820 milîyar dînarê Pêşmerge neşandîye. Bexda dibêje goya Hewlêrê amara Pêşmergeyan jê ra  neşandîye û Hewlêr jî dibêje me hertiştek şandîye lêbelê Bexda ew pareye Pêşmerge neşandîye. Bexda hebûna 68 hezar Pêşmerge qebûl dike lêbelê hejmara Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê zêdetirin û ji ber wê jî Bexdayê beşek ji pereyan neşandîye.

Herwiha Şîrwan Mîrza da zanîn ku di bûdçeya sala 2020an a Iraqê da bûdçeya Pêşmergeyan hatîye zêdekirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist