Parlementera êzîdî: Me daxwaza zêdekirina pişka êzîdîyan kirîye

Endameka êzîdî ya parlementoya Iraqê ragihand, wan bo zêdekirina parlementerên êzîdî li parlementoya Iraqê îmze kom kirine, serokatîya parlementoyê jî qebûl kirîye.

Navenda Nûçeyan- Endameka êzîdî ya parlementoya Iraqê ragihand, wan bo zêdekirina parlementerên êzîdî li parlementoya Iraqê îmze kom kirine, serokatîya parlementoyê jî qebûl kirîye.

Endama parlementoya Iraqê, Xalide Xelîl, ku kurdeka êzîdî ye, ji BasNewsê re got, niha li parlementoya Iraqê tenê nûnereka êzîdîyan heye. Lê beşek mezin ji kurdên êzîdî jî niha li Duhokê dijîn, lazim e ew jî li parlementoya Iraqê xwedan nûner bin, ji ber wê jî me bo zêdekirina pişka êzîdîyan li parlementoya Iraqê îmze kom kirin.

Xalide Xelîl her wiha got, xoşbextane beşek mezin ji parlementeran îmze dan. Niha 68 îmze hatine komkirin. Me îmze dan serokatîya parlementoya Iraqê, ew jî razî bûn. Niha komîsyona qanûnê ya parlementoyê li ser kar dike.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist