Parlemana Misrê şandina hêzê bo Lîbyayê pesend kir

Parlemana Misrê şandina hêzên welatê xwe ji bo derveyî welat pesend kir.

Tirkîye ku ji bo piştevanîya hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê bi serokatîya Fayiz Serac dike, li hemberê jî Misr, Siûdîye û Îmarata Erebî piştevanîyê li Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi serokatîya Xelîfe Hefter dikin.

Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî bi beşek ji serok eşîreyên Lîbyayê re civîya, ku daxwaz ji Misrê kirin, destêwedana serbazî di Lîbyayê de bike, ji bo rêgirîyê li destêwedana Tirkîyê bike. Ji ber wê duhî Sîsî di derbarê rewşa Lîbyayê de bi Encûmena Berevanîya Niştimanî ya Parlemana welatê xwe re civîya.

Di civînê de ku bi awayekî girtî birêve çû, Parlemana Misrê bi bihaneya parastina ewlehîya xwe ya niştimanî û  ewlehîya welatê Erebî ji metirsîyên hêzên derveyî, şandina hêzên Misrî bo derveyî welat pesend kir.

Ev biryara Parlemana Misrê, ku navê Lîbyayê bi aşkere neanîye, lê hejmarek parlemanterên Mirsê dîyar kirin ku ev biryar ji bo Lîbyayê.

Herwiha bi vê biryarê re, egera rûbirûbûna rasterast di navbera artêşa Misr û Tirkîyê de derdixe pêş.

Pêştir û di 20 meha Hezîrana bûrî, Serokê Misrê Ebdulfeta El Sîsî hişyarîya destêwerdana serbazî dabû hêzên hikûmeta Wîfar, heger bi piştevanîya Tirkîyê pêşrewîyê ber bi rojhilat ve bikin.

 

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye