Parlamentoya Kurdistanê li ser du projeyasayan dicive

.

– Parlamentoya Kurdistanê dicive û xwandina duyem a du projeyasayan dê bike.

Biryare îro 24.11.2021ê demjimêr 11:00ê Parlamentoya Kurdistanê rûniştina asayî ya hejmara 8 a demsala payîzê ya sala sêyem ji dema pêncema helbijartinê dê birêve bibe.

Bernameya kar a civînê jî waha ye:

Xwandina duyem ji bo wan projeyasayan dê bê kirin:

1 – Şîrketên ewlehiyê yên taybet li Herêma Kurdistan – Iraq

2 – Serpereştî kirin projeyên kiştûkaliyê li Herêma Kurdistanê.  

Ji aliyê din ve wezîrê navxwe yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî di rûniştina îro ya civîna Parlamentoya Kurdistanê de amade be.

Peyamnêrê BasNewsê vê derbarê de ragehand, xwendina duyem a projeyasaya şîrketên ewlehiyê de wezîrê navxwe Rêber Ehmed jî amade dibe û projeyasaya şîrketên ewlehiyê ji aliyê hikûmetê ve ji Parlamentoya Kurdistanê re hatiye şandin û proje çarçoveya çaksaziyên kabîneya nehem de ye.

Kurdistan Haberleri

Rêzenivîsa Mehmed Mîhrî bi sernameya “Yekîtîya Zimanê Kurdî” di kovara Hetaw a Hewlêrê de - M. M. (Mehmed Mîhrî)
Yasir Silêman: Pêkanîna Peymana 10’ê Adarê di nava çend rojên bê de dest pê dike
IFJ: Di 2025an de 128 rojnamevan hatine kuştin
Trump li ser xwenîşandanan gef li Îranê xwar
Kongireya netewên Îrana Federal, piştevanî li nerizayatiyên xelkê kir