Parlamentoya Kurdistanê li dadgeha federal a Iraqê dozekî din dê veke

Parlamentoya Kurdistanê amadekarî dike li dadgeha federal a Iraqê dozekî li ser yasaya nû ya parlamentoya Iraqê veke.

Navenda Nûçeyan- Serokê lijneya darayî ya Parlamentoya Kurdistanê Zeyad Cebar ji BasNewsê re ragehand, maeyên 110, 114, 115 û 116 ya yasaya hejmara 6 a birêveberî û darayî, ku Parlamentoya Iraqê hatîye pejirandin, ku dijî naveroka destûrê Iraqê ne.

Zeyad Cebar ragehand, ew yasaye ku biryare sala pêş bikeve merîyetê, herêma Kurdistanê naçar dike ku hemû dahatên xwe vegerîne bo Iraqê.

Serokê lijneya darayî ya Parlamentoya Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, ku berî cîbicîh kirina yasayê dê li dadgeha federal a Iraqê dozê vekin. Ji ber ew made berevajî madeyên destûra Iraqê ne û zîyanê digehînin herêma Kurdistanê.

Berî naha Parlamentoya Kurdistanê li dadgeha federal doz li dijî yasaya helbijartinê vekiribû û dadgehê jî doz di berjewendîya herêma Kurdistanê de bi dawî kir û biryar da.

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir