Parlamentoya Kurdistanê bi 89 dengan ve projeyasaya çaksazîyê pejirand

Îro 16.01.2020ê Parlamentoya Kurdistanê dengdana li ser projeyasaya çaksazîyê guftûgo kir û projeyasa bi dengên 89 parlamenteran ve hate pejirandin.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku projeyasaya çaksazîyê ji alîyê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê ve ji Parlamentoya Kurdistanê re hate şandin û xwandina yekem ji alîyê parlamentoyê ve hat kirin, lijneyên parlamentoyê jî gelek civîn pêkanîn derbarê projeyasayê de û vê heftîya borî jî xwandina duyem bo projeyasayê hate kirin.

Herwaha îro piştî nîvro jî di civîna Parlamentoya Kurdistanê de bi dengdan û dengên 89 parlamenteran ve projeyasaya çaksazîyê bi hemû xal û madeyên wê ve hate pejirandin.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist