Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dîyaspora nuwênertîyan vedike

Eva demekîye ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê bala xwe daye ser dîyasporayê. Bi sazî û dezgehên Kurdistanî û bi giştî bi rewenda kurd re di nav danûstandinê de ye.

Navenda Nûçeyan- Niwênerê peywendîyên derve yê Parlamentoya herêma Kurdistanê Dr Rêbwar Babkeyî piştî Swêd û Norweç duho jî li Danîmarka/Kopenhaginê bû.

 

Duho 09.02.2020 jî HEVKARÎ ya hêzên Sîyasî yên Kurdistanî Li Danîmarka bi amadebûna Dr. Rêbwar Babkeyî niwênerê peywendîyên derva ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo rewenda kurd li dîyaspora semînerekî li bajarê Kopenhaginê saz kir.

 

Dr. Rêbwar Babkeyî di axaftina xwe de da zanîn ku; Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo vekirina niwênertîyê li dîyasporayê reşnivîsekî destûrî amade kirine. Lê, pêşîya ku şekle dawîyê bidinê destûrê dixwazin daxwaz û bîrûrayên rewenda kurd li dîyasporayê jî bigirin. Ji bo wî jî, gerekî li Skandînavya yê dike. Heta niha li Swêd û Norweç ji bo ragihandina projeya vî karî û wergirtina bîr û rayên rewnda kurd li van welatan çend semîneran pêkanîye û niha jî li Danîmarka ye.

 

Semînera li Kopenhagin ya ku ji alîyê HEVKARÎ ya hêzên sîyasî yên Kurdistanî ve hatibû amadekirin, bi axaftina Dr. Rêbwar Babkeyî, pirs û bersivan 3 demjimêr domand. Bi wêne girtin û hevnasînan seminer qedîya.

 

Rûpela Nû/Danîmarka

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist