Parlamentoya Ewrupayê daxwaza sererast kirina yasaya lêborînê ji Tirkîyê kir

Parlamentoya Ewrupayê, ji hikûmeta Tirkîye dixwaze gaveke zûtir ve yasaya lêborînê sererast bike, ku sîyasetmedar û rojnamevanên bi terorê tên tometbar kirin jî werin azad kirin.

Navenda Nûçeyan - Parlamentoya Ewrupayê bi daxuyanîyekî bang li hikûmeta Tirkîyê dike, ji bo sererast kirina yasaya lêborînê ku bi armanca vîrusa Korona hatîye derxistin sererast bike, ji ber ku yasa mafên wekhevî yên girtîyan binpê dike.

Di daxuyanîyê de gotinên raporterên çavdêrîya Tirkîyê tên bibîrxistin, ku berdana 90 hezar girtîyan ji zîndanan bi erênî hatîye pêşwazî kirin, lê bi heman yasayê mafên beşek ji girtîyan jî hatine binpê kirin.

Parlamentoya Ewrupayê dide xuyakirin, bi tometên terorê gelek sîyasetmedar, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan hatine zîndanî kirin û di yasayê de mafê wekhevîyê hatîye binpê kirin.

Di nîvê vê mehê de li Tirkîyê û di çarçova pêşî lêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, yasaya kêmkirina ceza hat pejirandin û li gor wê yasayê, proseya berdana 90 hezar girtîyan destpê kir. Lê girtîyên sîyasî sûde ji wê yasayê wernagirin.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin