Parlamenterê Alman: Armanca Ewropayê parastina Kurdên Sûriyeyê ye

.

Endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê Max Luks ragihand ku rewşa mafê mirovahî li Rojavayê Kurdistanê gelekî ji başiyê dûr e.

Max Luks herwiha got ku armanca Yekîtiya Ewropayê parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye.

Endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê Max Luks derbarê rewşa mafê mirovan a li Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.

Max Luks got, rewşa mafê mirovan li deverên Rêveberiya Xweser ne gelekî baş e lê li gorî deverên di bin desthilatdariya hikûmeta Sûriyetê û hevpeymanên Tirkiyeyê baştir e.

Luks herwiha diyar kir ku yek ji armancên Yekîtiya Ewropayê li Sûriyeyê, parastina Kurdan e ew dixwazin rêyeke nû hilbijêrin ku Tirkiyeyê razî bikin ku êdî êrişî Rojavayê Kurdistanê neke.

Parlemanterê Almanî got ku, çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên hevpeymanên Tirkiyeyê mafên xelkê Kurd bin pê dikin û divê ev yek bê rawestandin.

Parlamenterê Almanyayê Max Luks wiha got:

“Rewşa mafên mirovan li wê derê bê kêmanî nîne, gelekî ji başiyê dûr e.

Bi temaşekirina raporta çavdêriya mafên mirovan ji bo rêxistina navdewletî, bo mînak, divê zarok bi zorê ji bo leşkeriyê neyên birin.

Ev li ti rewangeheke mafên mirovan nayê qebûlkirin lê tekez rewşa mafên mirovan ji wan navçeyên jêr desthilata Esed û hevpeymanên artêşa Tirkiyeyê baştir e.”

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî